a photo of Zinar Sozdar

Zinar Sozdar

Helepçe

Digrîm dinalim wek neya xemgîn Rewşa helepce dinivîsim bi xwîn Ciya û zozan çem û dar dev Li min guhdar in bi min re digerin Bi min re digîrin jinên perîşan Zarokên sir mij kal û nûciwan Bi dengê Xemgîn hemî dinalin Tembûr û deng bêj hist û ristevan Welat ketiye bin pençê neyaran Li şûna baranê tên gulle baran Agir û şewat talan û kuştin Sor e ji xwînê siya Zinaran

Bêjebêje © 2015-2024