Zinar Sozdar
Kula Evinê
Evîn derdek dijwar e
Dilê bi evîn birîndar e
Birîna dil xedar e
Dil bi qêrîn û hewar e
Ey felekê binêr li halê min
Vê evînê xwar goştê canê min
Vê bêbextiyê ez helandim
Bes e derkev ji nav baxçê dilê min
Histêr ji çavê mi tên xwarê
Wek barana vê buharê
Gula dilê min çilmisî
Ji ber bêbextiya yarê