a photo of Zinar Sozdar

Zinar Sozdar

Welat Dûrêm

Welat ji min dûr e sebra min nayê Dil bê hedûre xewka min nayê Ax eman eman sebra min nayê Ax limin limin xewka min nayê Ew çi dikin dayîk û bawê min Zimanê winda nakewî navê min Xewn û xeyala wan tim ber çawên min Qom û qewlo xade dikin kevran mêvên min Delalîka dilêm çi dike Ez (di)zanim çav rêye bîra min dike Li jê ra bibejin îsal kû ez nehatim Bila ser min nesekine here mêr bike Welatê xelkê tim li min sare Ne payîz ne havîn ne bihare Evar dibe xewn û xeyala min digre Îster çavê min da dayê hûr hûr dibare Gotin û Muzîk: Ozan Delal

Bêjebêje © 2015-2024