a photo of Ziyad Esad

Ziyad Esad

Pêy Billên

Pêy billên tuxwa kesêk rojî hezar car Nawî toy leser lêwe be giryan û zar Pêy billên ’aşqêkim şêt û sergerdan Çawerrême roj û şew le kuçe û kollan Pêy billên beserhatim kira be çîrok Hemû xelk dezanin minim mallwêran Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên Pêy billên le her kuçe û dîwar û derwazey şar Nawî ewe ke nûsrawe be xwênî minî hejar Pêy billên le her layek hewrêk dekate baran Ewa minim debarênim firmêskî azar û jan Pêy dilldarêkim bebşew tenya demênim Be yadî ew hezar şewî ’aşqan da dexwênim Pêy billên rojê dadê demirim ser denêmewe Be yadî ew be henasey germî ew dejiyemewe Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên Pêy billên ke le min ’aşqtir kê ye? Weku min dêwane, şeydatir kê ye? Eger ewe willatî penay ’aşqane Kê wek min kurdêkî bê mall û cê ye Pêy billên tuxwa kesêk rojî hezar car Nawî toy leser lêwe be giryan û zar Pêy billên ’aşqêkim şêt û sergerdan Çawerrême roj û şew le kuçe û kollan Pêy billên beserhatim kira be çîrok Hemû xelk dezanin minim mallwêran Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên Pêy billên, pêy billên Hemû ’alem pêy billên Hemû dunya pêy billên

Bêjebêje © 2015-2024