Zubêr Salih
Sebahûl Xeyr
Sebahûl xeyrî xana min
Şehî şêrîn zebanê min
Sebahûl xeyrî xana min
Şehî şêrîn zebanê min
Tû wî ruh û rewanê min
Bibet qurban te canê min
Ta`ala Ellah çi zate tû
Çi wî şêrîn sîfatî tû
Ne wek qend û nebatî tû
Yeqîn rûh û heyatî tû
Heyat û raheta can im
Sebahûl xeyrî ya xanim
Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê ax
Sebahûl xeyrî mesta min
Letîfa can bi dest da min
Sebahûl xeyrî mesta min
Letîfa can bi dest da min
Xemar û mey perista min
Tû wî meqsûd û qesda min
Ji meqsûdan tû wî bes min
Bibin ber çerx û etles min
Ji xeyrî te nevet kes min
Bi reş sojîn bi qewse min
Di benda zilf û çûkan im
Sebahûl xeyrî ya xanim
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê ax
Ji wê zilfê ji wê bendê
Rehab im lê ji bî û nedê
Ji wê zilfê ji wê bendê
Rehab im lê ji bî û nedê
Siya ceşmê sipî zendê
Te suhtim şibhetê findê
Şibhê şem'û û şemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
Şibhê şem'û û şemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
Da`aîf im wek hîlal im ez
Sîfet giwîn dikalim ez
Bi bilbil re bi evxan im
Sbahûl xeyrî ya xanim
Were bînahiya çavan bibînim bejn û bala yê ax
Were pêşber melayê xwe
Şehîd û mibtelayê xwe
Were pêşber melayê xwe
Şehîd û mibtelayê xwe
Bi şefqet ke lîqaê xwe
Mele ti nemrid bi vî dayê xwe
Mesîhayî li pey maran
Şehîdê şîr û mûkaran
Kirî amanc û nû baran
Kirî amanc û nû baran
Li dîdara te heyran im
Sebaûl xeyrî ya xanim
Were bînahiya çavan bibînim bejn û bala yê ax